De Mistura dest ji karê xwe berdide

Nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihand, ewê bi dawiya meha Mijdara bê re dest ji karê xwe berde.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragihand, ewê bi dawiya meha Mijdara bê re dest ji karê xwe berde.

Sekreterê berê yê Netewên Yekgirtî Ban Ki Moon di sala 2014an de dîplomatkarê Îtalî Staffan De Mistura wek nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet bo Sûriyê li şûna Îbrahîm el-Exderî destnîşan kiribû.

Staffan De Mistura di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de got: “Ezê dest ji posta xwe berdim. Ez daxwazê ji welatên gerentîkar ên Astanayê dikim, berî bidawîbûna meha Mijdarê şêwirê bi min re bikin.”

Hat ragihandin, Sekreterê Netewên Yekgirtî Antonio Guterrs li kesekî bo cihê De Mistura digere. Hin dîplomatkaran jî diyar kirin, tê pêşbînîkirin wezîrê derveyê yê Cezaîrê yê berê Remtan el-Emamra li şûna De Mistura bê destnîşankirin.

Staffan De Mistura pêştir Wezîrê Derve yê Îtalyayê bû û zêdetir ji 30 salî ye di Netewên Yekgirtî de kar dike.

 

S. B