Deriyê sînorî yê Hacî Omeran jî vebû

Piştî vekirina deriyê sînorî Perwîzxanê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, deriyê sînorî yê Hacî Omeran jî hate vekirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî vekirina deriyê sînorî Perwîzxanê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, deriyê sînorî yê Hacî Omeran jî hate vekirin.

Peyamnêrê K24ê li deriyê Hacî Omeran ragihand, piştî ku hikûmeta Îranê şeva bûrî biryara vekirina deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re da, vê sibê deriyê Hacî Omeran jî hate vekirin.”

Got jî, karmendên deriyên sînor dest bi karên xwe kirin û derî ji bo veguhatinên bazirganî û geştiyarî di navbera her du aliyan de vekirî ye.

Berpirsê Pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Îranê Ebdulah Akreyî ji K24ê re ragihand, şeva bûrî berpirsên Îranê ew agahdar kirin, ku hikûmeta Îranê biryar daye ji şeva bûrî demjimêr 12 ve, her du deriyên sînorî yên Perwîzxan û Hacî Omeran tên vekirin.

Akreyî diyar kir jî, birêvebirina her du deriyên sînorî wek berê dibin û aliyê Iraqê li wan deriyan amade nabe, dema danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew pirs guftûgo kirin, wê demê axaftineke din dibe.

Serperiştyarê Komelgeha Gumrikê ya Perwîzxanê Elî Tewfîq ji K24ê re ragihandibû, şeva bûrî berpirsên Îranî ew agahdar kirine, ku deriyê Perwîzxanê tê vekirin û otombîlên her du aliyan dikarin biçin û bên.

Hevdem bi biryarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ên dorpêçkirina Herêma Kurdistanê, ev zêdetirî 2 mehan û nîv e Îranê deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re girtine. Piştî demekê deriyê Paşmaxê hatibû vekiribû, lê her du deriyên Perwîzxanê û Hacî Omeran girtî mabûn.