Jeffrey ligel berpirsên Tirkiye dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Kombûna Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê Suriyeyê ya digel berpirsên Tirkiyeyê destpêkir.
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê Suriyeyê James Jeffrey ji bo gotûbêjkirina pirsa Suriyeyê serdana Enqereyê kir û îro jî digel Cigîrê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê civiya. Nerazîbûna Tirkiyeyê ya dijî YPGyê xala sereke ya civîna wan e. Li gor zanyariyan Jeffrey dê digel berpirsên Tirkiyeyê ``Koma Xebata Suriyeyê ya Bilind`` ava bike.
James Jeffrey berî çendîn rojan proseya Astanayê ya “çareserkirina Krîza Suriye” rexne kiribû û gotibû ku, dem hatiye kilîdek li deriyê Astana bê xistin. Ev helwêsta Jeffrey garantorên Astanayê – Tirkiye, Rûsya û Îran dilgiran kiribû. Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu bi gotinên tund, rexne li helwêsta Jeffrey kiribû.
C.B