Telal Silo ji HSDê cuda bû

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Eqîd Telal Silo ji wê hêzê cuda bû û derbasî Tirkiyê bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Eqîd Telal Silo ji wê hêzê cuda bû û derbasî Tirkiyê bû.

beşek medyayên ser bi opozîsyona Sûriyê li ser zarê serkirdeyê Lîwaya Bakur Ebû Faroq û serikirdeyê Firqeya El-Hemze Ebdulah Helewa balav kirine, Peyvdarê Fermî yê bi navê HSDê Eqîd Telal Silo bi hevrêziya ligel grûpên “Mertala Ferêt” ji HSDê cuda bû û berve Tirkiyê çûye.

Telal Silo yek ji diyartirîn serkirdeyên HSDê bû û berpirsê dana daxuyaniyên operasyona şerê li dijî DAIŞê bû û hemû daxuyaniyê girêdayî operasyona Reqa û derdora wê xwendibûn.

Telal Silo ji gundê Raî ye û ji pêkhateya Tirkmenî ye ji berî 4 salan  Serkirdeyê Lîwaya El-Selaciqe ya Tirkmenan bû û di Cotmeha 2015an de ji nava grûpên Artêşa Azad bidih hêşt û tevlê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûbû.

Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbarê cudabûnê Telal Silo de ti daxuyanî nedaye.