Parlamentoya Tirkiyê, mafê Parlamenteriya Leyla Zana jê stand

Parlamentoya Tirkiyê, bi hinceta neamedebûnê di rûniştinên Parlamentoyê de, mafê parlamentertiya Leyla Zana stand

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Tirkiyê, bi hinceta neamedebûnê di rûniştinên Parlamentoyê de, mafê parlamentertiya Leyla Zana stand.

Leyla Zana, di hilbijartinên 1'ê Mijdar a 2015an de ji bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê ji lîsteya HDPê hatibû hilbijartin.

Di dema sondxwarina Parlamenteriyê de, Leyla Zana şûna "sozdayîna gelê Tirk" peyva "sozdayîna gelên Tirkiyê" bikar anîbû. Serokê Parlamentoyê daxwaza dubarekirina sûndê kiribû, lê Zana sûnda xwe dûbare nekir.

Jiber vê Zana, beşdarî rûniştinên Parlamentoyê nebû û mûçe jî wernegirt.

Hîn berê jî mafên Parlamenterî ji Fîgen Yuksekdag, Besîme Konca, Faysal Sarîyildiz, Tûba Hezer û Nursel Aydogan hatibû standin.