Li Efrînê sivîlekî din bû qurbaniyê bombeyên vedayî

Li gundekî Efrînê bombeyeke vedayî bi welatiyekî Kurd teqiya, di encamê de jî canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundekî Efrînê bombeyeke vedayî bi welatiyekî Kurd teqiya, di encamê de jî canê xwe jidest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, Li gundê Qêsim yê navçeya Raco bombeyeke vedayî bi Esmet Henan Dîko yê 65 salî de teqiya, di encamê de her du lingên wî hatin birîn û ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin, piştre jî duhî li nexweşxanê canê xwe jidest da.

Li gor zanyariyên K24ê, ev ne cara yekem e ku gundê Qêsim bombeyên vedayî bi gundiyan de diteqin, ku berê jî zêdetir ji sê bombeyan teqiya ne û hejmarek ji gundiyan canê xwe jidest dane û birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve di roja 18ê Adara 2018an de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî bi dehan bombeyên vedayî bi welatiyên sivîl ve diteqin, lê ta niha nayê zanîn kêjan aliyê ew bombe û mîn di nava mal û zeviyên sivîlan de vedane.  

 

S. B

Esmet Henan Dîko
Esmet Henan Dîko