Rebwar Talabanî: “Tewankar dive bên sezakirin”

Serokê Civata Şaredariya Kerkûkê ragihand ku “Ligor Destûra Iraqê xala 71an bi xwe, mafê biryardanê girêdayî Kerkûkê, di destê Civata Şaredariya Kerkûkê de ye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Civata Şaredariya Kerkûkê Rêbwar Talabanî ragihand ku “Ligor Destûra Iraqê xala 71an bi xwe, mafê biryardanê girêdayî Kerkûkê, di destê Civata Şaredariya Kerkûkê de ye”.

Rebwar Talabanî got ku, girêdayî vê xalê li Kerkûkê hildana Ala Kurdistanê di dezgehên fermî de hate girtin û biryara beşdariyê di referendûma serxwebûnê de jî Civata Şaredariya Kerkûkê da ye û tu hêz ne xwedî maf e, van biryaran hilweşîne”.

Di ragihandina xwe de Talabanî balkişand ser ku, li Kerkûkê binpêkirinên destûrî rû dan, malên xelkê hatin şewitandin, bi rêya metirsiyê bi dehhezaran kes mal û warên xwe berdan, êrîşî binamaya civatî ya Kerkûkê hate kirin. Mala min bi xwe di bin dagîçrkeriya Heşdî Şabî de ye”.

“Xelkê Kerkûkê dixwazin Waliyê bajêr Necmeddin Kerîm vegere ser erkê xwe. Ew aliyên bûn e egera êrîşa Kerkûkê dive bên sezakirin. Li bajarokê Tuzxûrmatû jî tevkujî hatin lidarxistin”.