YPG: Em amade ne diyalogê bi Tirkiyê re bikin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdarê bi navê YPGê Nûrî Mehmûd raigahnd, ku ew amade ne li gel Tirkiyê diyalogê bikin.
Nûrî Mehmûd ji nivîskarên Arti Gerçekê Ragib Dûran û Celal Başlangiç re axivî û diyar kir, ku welatiyên Tirkiyê li Serêkaniyê û Kobanê alîkariya wan kirine û malbatên Kobanî li malên xwe pêşwazî kirine û got: Gelê Tirkiyê û Sûriyê merivên hev in.
Mehmûd tekez kir, ku ti pirsgirêkên wan li gel dewlet û gelê Tirkiyê tine ye û got: Em amade ne li gel Tirkiyê diyalogê pêş bixin, lê bi dîtina me, Hikûmeta Tirkiyê, bi taybet jî serokê Tirkiyê Erdogan û AKP, weke DAIŞ û Ixwanan hizir dikin.
Derbarê rewşa Efrînê jî, peyvdarê YPGê got: Şerê li Efrînê bi tektîkên gerîla berdewam dike.
N.O