Encûmena Wezîran piştgiriya beşdarbûna Banka Bazirganî ya Iraqê di projeya Hejmara Min de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmen Wezîran piştevaniya beşdarbûna Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) di piroseya bankîkirina mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya (Hejmara Min) de dike. Her wiha biryar da ku lêkolîn û şopandina pêwîst ji bo destnîşankirina şert, rêkar û mekanîzmayên guncaw ji bo mayîndekirina karmendên bi girêbest pêk bîne.

Encûmena Wezîran îro 08.05.2024 bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Li ser navê Encûmena Wezîran, Serokwezîr nîgeraniya xwe li hember şewitandina bazara kevnar a Qeyseriyê ya Hewlêrê nîşan da û hevxemiya xwe ji ziyandîtiyan re nîşan da. Tekez kir ku wî aliyên peywendîdar raspardine ku lêkolînê li ser sedemên şewatê bikin. Her wiha spasiya hêzên agirkuj, hawarçûn, asayîş, polîs û hêzên navxweyî kir û tekezî li ser pabendbûna bi rênimayan û rêkarên ewlehiyê li seranserê Herêmê kir. Bi taybetî jî li cihên giştî ji bo ku bûyerên bi vî rengî yên trajîk careke din neqewimin. Her wiha got, em hewl didin bi hevkariya aliyên pêwendîdar ên hikûmetê û UNESCOyê, wê bazara dîrokî û şûnwarî nûjen bikin.

Xala yekem a civînê pêk hatibû ji pêşkêşkirina pêşhatên dawî yên babetên mûçe, darayî û erkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û encamên civîna dawî ya şanda teknîkî ya her du aliyan li Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku hemû erk û pabendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin û divê hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne û êdî ti pirsgirêk û nakokiyên siyasî nebin asteng li pêşiya şandina mûçeyan.

Piştre Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ku heftiya borî bi serokatiya şandeke teknîkî çûbû Bexdayê, raportek li ser encamên serdana xwe û gotûbêjên ligel aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal ya taybet bi destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, derbarê dahatên Herêma Kurdistanê yên neneftî û çawaniya parvekirina wan bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê, yasaya bûdceya federal û yasaya rêveberiya darayî ya federal û hizra wan ji bo xerckirina mafên Herêma Kurdistanê bo mûçeyên meha Nîsanê û terxankirinên din ên Herêmê di xerciyên kargêrî, pirojeyên weberhênanê û pirojeyên geşepêdana Herêmê de, li gor tabloyên pêvekirî bi yasaya bûdceyê, ku çendîn pêşniyar û raspardeyêm civînên Bexdayê tê de bûn.

Encûmena Wezîran destxweşî li Sekreterê Encûmena Wezîran û şanda pê re kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi erkên xwe yên li hember hikûmeta federal cibicî kiriye û bi berdewamî terazûya pêdaçûnên xwe ya mehane ji Wezareta Darayî ya Federal re şandiye, bi agahiya tekûz li ser dahat û xerciyan û şandina lîsta karmendên Herêmê bi mûçe û hemû dane û zanyariyan û cîbicîkirina erkan li gor yasaya bûdceyê. Em hêvî dikin ku hikûmeta federal di zûtirîn dem de biryara xerckirina mûçeyên Herêmê bide, li pêş hemûyan jî mûçeyên karmendên Herêmê yên meha Nîsanê û mehên piştre.

Derbarê pirsa bankîkirina mûçeyên herêmê de, Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîriyê Ezîz Ehmed hûrgilî û şiroveyên derbarê proseya mûçeyên bankan de pêşkêş kirin. Amaje bi wê kir ku li gel Banka Bazirganî ya Îraqî (TBI) li hev kirine ku beşdarî proseya bankîkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê bibin, prose jî berdewam e.

Encûmena Wezîran piştevaniya xwe bo beşdarbûna Banka Bazirganî ya Iraqê di proseya bankîkirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku bankeke hikûmeta federal e, nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran, Wezareta Darayî û Aborî û aliyên peywendîdar raspardin ku rêkarên pêwîst bigirin di şandina zanyariyan di çarçoveya têgihîştina hevbeş a tîma teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta federal û Banka Iraqî ya Bazirganî de, bo bankîkirina mûçeyên Herêmê û pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst di vê derbarê de.

Xala duyem jî gotûbêjkirina hertimîkirina fermanberên girêbestî di saziyên Herêma Kurdistanê de bû, ku giheştiye 30 hezar û 672 karmendan, ku di çarçoveya raporteke hevbeş a wezaret û aliyên pêwendîdar de hatiye amadekirin û hûrgilî ji aliyê Sekreterê Encûmena Wezîran û Serokê Dîwana Encûmenê ve hatin pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran piştevaniya xwe ji bo daxwazên karmendên girêbestî ku hêzeke girîng di saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne û bi giringî li rol û erkên wan tê nêrîn, ji vê rewangehê ve û ji bo ku di vî warî de di warê hiqûqî, îdarî û aborî de biryarek rast were çêkirin ku ev karmend jî wek karmendên daîmî, mafên wan bên parastin, Encûmenê biryar da ku lêkolîn û şopandina pêwîst bike ji bo destnîşankirina şert, rêkar û mekanîzmayên guncaw ji bo mayîndekirina wan karmendên ku dikarin bi rêkarên yasayî bibin daîmî. Encamên vê lêkolînê divê di nava 15 rojan de bên temamkirin û piştre ji bo biryara dawî radestî Desteya Wezîran bê kirin.

Di dawiyê de, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, raporek li ser encamên serdana vê dawiyê ya şanda wezareta xwe bo Bexdayê ya taybet bi pirsên wergirtina genimê îsal ê cotkaran, Cîbicîkirina pirojeyên bendavan li Herêmê, pêşxistin û avakirina pirojeyên avdaniyê li Herêmê û sûdwergirtina cotkar ji derfetên xizmetguzariya çandiniyê wek deverên din ên Iraqê, pêşkêşî Encûmena Wezîran kir.

Encumena Wezîran ji ber hewldana Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê û şanda pê re destxweşî li wan kir. Tekez kir ku erkê hikûmeta federalî ye ku mafên destûrî yên Herêmê dabîn bike ji sûdwergirtina ji bendav û pirojeyên avdanê û berevaniyê li mafên cotkarên Herêmê li Bexdayê bike ji bo wergirtina berhema genim a îsal û cotkar jî ji hemû xizmetguzariyên çandiniyê yên ku li Bexdayê tên pêşkêşkirin sûdmend bin.