Lavrov: Rewş ji dema “Şerê sar” xerabtir e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di bernameya Hardtalk a BBC de rewşa îroyîn a di navbeyna cîhana Rojava û Rûsya de, ji dema “Şerê Sar” xerabtir binavkir.
Lavrov di bernameya Hardtalk de, welatên Rojava bi helwêstên hişk beramberî Rûsya tewanbar kir û got ku, Rojava ji diyalogê direve.
Ligor Lavrov rewşa heyî gelek metirsîdar e û rexneyên giran li Amerika, Brîtanya û Fransa liser êrîşa hemberî Suriyeyê kirin. Redkir ku, rejîma Suriye li Dûma çekên kimyawî bikar anîbe.
Lavrov got ku, çekê kimyawî nehatiye bikaranîn û destnîşankirina belgeyan bi vê bûyerê bi derew binavkir.
C.B