Opozîsyona Sûriyê şandeke yekgirtî ji bo Cenêvê pêk tîne

Opozîsyona Sûriyê ya li kongreya 2emîn a Riyazê kom bûye ragihand, ewê şanekê ji 50 endamî pêk bînin, ji bo di civînên Cenêvê de başdar bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê ya li kongreya 2emîn a Riyazê kom bûye ragihand, ewê şanekê ji 50 endamî pêk bînin, ji bo di civînên Cenêvê de başdar bibe.

Endama Hevpeymaniya Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê Besme Qedmanî di konferanseke rojnamevanî de da xuyakirin, ew û tevahiya pêkhateyên opozîsyona Sûriyê ligel herdu platformên Mosko û Qahîre li ser şandeke yekgirtî ji bo danûstandinên Cenêvê lihev kirine.

Di daxuyaniya dawî ya Kongreya Riyazê ya 2emîn de tekezî li ser yekperşeyîya Sûriyê û serweriya dewletê hate kirin. Herwiha tekezî li wê yekê kir jî, qonaxa veguhastina siyasî bê çûna Beşar Esed cibicî nabe.

Herwiha di daxuyaniyê de hat, danûstandinên rasterast di navbera opozîsyon û rêjîmê de yên bêmerc, tê wateya ku her babetek dê li ser masa guftûgoyan be û ne ji mafê ti kesî ye mercên pêşwext dane. Daxwazkirina bi cibicîkirina biryarên navdewletî jî, wek merc nayê hejmartin.

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya Platforma Moskoyê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiribû, nerazîbûna xwe li ser 2 xalên girêdayî çûna Esed û Îranê derbirî û got: “Daxuyaniya dawiyê amaje bi nerazîbûnên me nekiriye, loma platforma me bi wê daxuyaniyê ne pabend e.”

Kongreya Riyazê ya 2emîn bi amedebûna piranya aliyên opozîsyona Sûriyê û Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr û Nûnerê NY yê tayber bi Sûriyê Steffan De Mistura di 22 vê mehê dest pê kir û du rojan dirêj kir.