Amerîka: Emê 15 hezar şervanên HSD rahênan bikin

Joseph Dunford ragihand, ku hîn şerê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam e û ew girûp bi temamî nehatiye jinavbirin û emê 15 hezar şervanên HSD rahênan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermandarê Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkî Joseph Dunford ragihand, ku hîn şerê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam e û ew girûp bi temamî nehatiye jinavbirin.

Joseph Dunford di kongirekî rojnamevanî de li gel Wezîrê Berevaniya Amerîka, diyar kir ku ewê 15 hezar şervanên Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) rahênan bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis, di wî kongirê rojnamevanî de got: Nabe cihê Esed di pêşeroja Sûryê de hebe, armanc ew e, ku gelê Sûryê hikûmeteke nû ji xwe re hilbijêre, ku cihê Esed têde nebe.

Derbarê hebûna hêzên Îranî li nav Sûryê, James Mattis diyar kir, Rûsya roleke mezin li Sûryê dilîze û pêwîst e ku hêzên Îranî ji wî welatî derxîne.

Herwiha Mattis tekez kir, ku wan hişyarî daye Îranê û heger Taran her karekî xirab li navçeyê bike, ewê bê sizadan.

N.O