Şerê li Sûriyê dikeve sala 8emîn û bi xwe re û guherînên nû tîne

Li gorî pisporan ev geşedan nîşan didin ku hêzên global êdê bixwe dixwazin li herêmê bicih bin û ev yek dê ji bo Tirkiyê jî talûkeyan bi xwe re bîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Sûriyê şerê navxweyî ku ev heft sal zêdetir e berdewam dike bi xwe re geşedanên nû û guherînên girîng tîne di hêzên global û herêmî de. Hêlekê Rûsya Tirkiye û Îran hevkariya xwe ya dûv dirêj ya li ser Sûriyê bredeam dike hêlekê jî Emerîka behsa vekêşîna li Sûriyê dike û Fransa û Îngîlîstan jî li ser YPGê re daxwaza destevêrdana herêmê dikin. Li gorî pisporan ev geşedan nîşan didin ku hêzên global êdê bixwe dixwazin li herêmê  bicih bin û ev yek dê ji bo Tirkiyê jî talûkeyan bi xwe re bîne.

Şerê navxweyî yê Sûriyê 7 sal li pey xwe hişt û di pozîsyona hêzên herêmî û Global de geşedanên germ û guherîn rû didin. Aliyekê Tirkiye Îran û Rusya ev heyamek dirêje li Sûriyê bi hev re tev digerin û wek berdewamiya hevdîtinên Astaneyê li Enqera paytexta Tirkiyê hatin bal hev du.  Ligel vê yekê daxuyaniyên Serokê Emerîkayê Donald Trump yên ku wê li Sûriyê vekêşin û hewlên Fransa û Îngîlîstanê yên ku li ser YPGê re dixwazin bikevin herêmê.

Ev hemû geşedan ji aliyê pisporan ve weke ku hêzên herêmî û global yên ku ev 7 sal in bi şerên wekaletî dixwazin li herêmê bininin êdê rasterast bixwe dixwazin mudaxaleyê herêmê bikin tê nirxandin.

Pisporê Têkîliyên Navneteweyî DOÇ. Dr. Bîlgehan Ozpek li ser vê babetê ji K24ê re got: “Li Herêmê di salên dawî de di qayîşkêşana du hêzên global Emerîka û Rusyayê de Moskowayê xwe bihêztir kir. Amerîka ku gotibû ez ê ji Sûriyê derkevim dixwaze welatên Ewropa jî vî barî hildin ser xwe û hewlên Fransa û Îngîlîstanê hewceye mirov di vê çarçoveyê de binirxîne. Li herêmê milmilaniyên mezin berdewam dikin û şerên wekaletî yên ku ev 7 sal in didomin berev dawîbûnê ve diçe. Êdê li ser maseyê wê diyar bibe ku di van 7 salan de kê çi bidest xistiye. Ji ber vê sedemê hêj li ser maseyê tiştek zelel nabûye hêzên herêmî û global ne bi şerên wekaletî yekser bixwe dixwazin li herêmê rolek aktîf bilîzin.” 

Tirkiye jî ya ku destpêka şerê Sûriyê bi Emerîkayê re tev digeriya lê belê piştî alikariyên Washîngtonê yên bo YPGê berê xwe da bû Rusyayê geşedanan ji nêz ve dişopîne. Enqere ya ku di nava Emerîka û Rusyayê de ji xwe re qadek berfireh dîtiye ji hewlên Parîs û Londraym yên ku dixwazi ji ser YPGê re mudaxaleyê herêmê bike eciz e.

Pisporên ku bale dikşînin ser rageşî û nakokiyên navbera Rusya û eniya welatên Rojava radigihinin ku ji bo Tirkiyê rîska herî mezin ew e ku navbera van her du blokan de neçarî yekê hilbijêre

Pisporê Têkîliyên Navneteweyî Prof.Dr. Mustafa Eravci wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn devsa şerên wekaletî şerên rasterast yên welatan rû didin. Pêwendiya Rusyayê bi Emerîka û welatên Ewropayê re her ku diçe xera dibe û ev yek beramberîbûna aliyan jî zêde dike û ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye. Piştî ku Fransa û Îngîlîstan jî dixwazin destverdanê herêmê bikin her du alî wê bên beramberî hev û bi wê yekê Tirkiye neçarî dê aliyekê hilbijêre. Bi ya min ji bo Tirkiyê talûkeya herî mezin ev e.”

Pişît daxuyaniyên Trump ku gotibû ew ê li Sûriyê wekêşin rêveberiya Washîngtonê kombû û ragihand ku ev vekêşandin ndemildest pêk nayê di nava 6 mehan de ve yek dê pêk bê. Herçiqas ev vekêşandin niha pêk neyê jî gotina vê jî di mijara Sûriyê de rê li ber guherîna hevsengiyan vekir û nedêyere ku dê ev hevsengî çi çax û çawa sererast bibin.