Sedir û Amrî li ser pêkanîna Hevpeymaniyê rêkeftin
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderek fermî belavkiriye, Rêberê Şepêla Sedr Muqteda Sedir û Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî ji bo pêkanîna mezintirîn Hevpeymanî dinav Civata Nûnerên Iraqê de lihev kirin.
Herweha Muqteda Sedir ragihandiye, ew digel Hadî Amrî bi awayekî destpêkî rêkeftin e, da ku bibin mezintirîn lîst dinav Civata Nûnerên Iraqê de. Herweha Muqteda Sedir ragihandiye, armanc ji pêkanîna wê Hevpeymaniyê, pêkanîna hikûmetek rasteqîn e, dûr ji pişk pişkîneya mezhebî. Ji aliyek din ve Peyvdarê Hevpeymaniya Fetih Ehmed Esedî di daxûyaniyekê de daxwaz ji aliyên serkeftî kir ku, bên nav wê Hevpeymaniyê û ligor programek hikûmî kar bi rûbirûbûn a pirsgirêkan bikin û hikûmetek ji bo welatiyan dirust bikin. Rêkeftina Sedir û Amrî di demekê de ye ku, beriya niha Muqteda Sedir digel Eyad Elawî û Emar Hekîm rêkeftibû.
C.B