Trump û Macron li ser rûbirûbûna Îran û Hizbulahê lihev dikin

Serokê Amerîka Donald Trump û yê Fransayê Emmenuel Macron li ser rûbrûbûna Îran û Hizbulaha Libnanî lihev dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump û yê Fransayê Emmenuel Macron li ser rûbrûbûna Îran û Hizbulaha Libnanî lihev dikin.

Koçka Spî di daxuyaniyekê de belav kir, Serokê Amerîka Donald Trump ligel Serokê Fransayê Emmenuel Macron rewşa li Libnan û Sûriyê bi hev re axivîn.

Li gor daxuyaniya Koçka Spî, her du serokan li ser rûbirûbûna Îran û Hizbulaha Libnanî rêkeftine û  tekezî li ser giringya kar ligel welatên hevalbend kirine,  ji bo rûbirûbûna çalakiyên Îranê li navçeyê ku tevliheviyê  çê dike û aramiyê têk dide.

Ji aliyekî din ve, jêderekî dîplomasî ragihand, îro li ser daxwaza Siûdiyê, civînek li ser asta wezîrên derve li navenda Komkara Erebî bi rê ve diçe, tê de binpêkirinên Îranê li welatên Erebî û têkdana aramiyê gotûbêj dikin.