Nêçîrvan Barzanî: Bi bernameyek hevbeş beşdarî danûstandinên pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê bikin

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di zincîreke twîtan de radigihîne ku, rojên zehmet derbas dibin û pêşerojeke zelaltir û geştir li pêş herêma Kurdistanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêçîrvan Barzanî carek din daxwaz ji aliyan dike, bi bernameyek hevbeş beşdarî danûstandinên pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê  bikin.

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di zincîreke twîtan de radigihîne ku, rojên zehmet derbas dibin û pêşerojeke zelaltir û geştir li pêş herêma Kurdistanê ye.

Nêçirvan Barzanî nivîsandiye, bi fedekariya Pêşmergeyên qehreman û xweragiriya Kurdistaniyan û bi kar û hewla berdewam a hikûmetê ji bo çaksaziyê, dê ber bi jiyaneke baştir pêngavan bavêjîn.  Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê carek din daxwaz ji aliyan dike, bi bernameyek hevbeş beşdarî danûstandinên pêkanîna hikûmetê bê ya Iraqê bikin û diyar dike: armanca me ya sereke, parastina tevayiya mafên destûrî yên herêma Kurdistanê ye.

 

 

C.B