Tiramp biryareka nû li dijî Turkîya dide

Serokê emerîkayê Donald Tiramp, vero roja heynîyê, biryareka nû li dijî Turkîya derxist.

K24- Hewlêr

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxûyaniyeke nivîskî eşkere kir ko Tirkiye ji sîstema bexşandina bacê hatiye derxistin.

Li gor biryara Trump asta aboriya Tirkiyeyê pêwîst nake ko ji sîstema bexşandina bacê sûd werbigre û ji ber vê hincetê wan Tirkiyeyê ji sîstema xwe derxistine.
Sîstema Bexşandina Bacê ya Amerîkayê di sala 1974an de hate avakirin û 121 welat berhemên xwe bêbac difroşin Amerîkayê. Tirkiye jî di sala 1975an de kete nava sîstemê û berhemên çandî, mûcewher, pilastîk û perçeyên seyareyan bêbac difroşe Amerîkayê.