Wîlayetî ji Tillerson re: Hûn ji Sûriyê derkevin

Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê Elî Ekber Wîlayetî bersiva Wezîrê Derve yê Amerîka dide û dibêje: “Hêzên leşkerî yên Îranê bi awayekî rewa û li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê li wî welatî ne, divê Amerîka ji Sûriyê derkeve.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “ISNA” a Îranî îro belav kir, Şêwirmendê Bilind ê Rêberê Îranê ragihand, ewên ku bê molet hatine Sûriyê, bila ew ji Sûriyê vekişin, ne Îran.”

Herwiha got, Îran li ser daxwaza fermî a hikûmeta Sûriyê hatiye wî welatî, ewên ku moletên wan nîn in, bila ew derkevin.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson derbarê hebûna Îranê li Sûriye, Iraq, Yemen û Libnanê de ragihandibû, Amerîka û civaka navdewletî dibîne ku Îranê  li navçê ne fakterê aramiyê ye. Tillerson daxwaz ji Îranê kir ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Di heman çarçovê de, Wezîrê Derve yê Amerîka got jî, ta DAIŞ bidawî nebe û karîna vegera wê rêxistinê careke din jî nemîne, hêzên Amerîka li Sûriye û Iraqê dimînin.