Fransa li çareseriyekê ji bo nimêja li derve digere

Li Fransayê ji ber kêmbûna mizgeftan nimêjên îniyê carnan li derve, li kolanan tên kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Gerard Collomb ragihand ku, “Nimêjkirina li derve, li kolanan dive bê qedexekirin. Divê musilmanên Fransayê xwediyê mizgeftên pêwîst bin, ji bo ku bikaribin nimêja xwe li mizgeftan bikin.”

Li Fransayê ji ber kêmbûna mizgeftan nimêjên îniyê carnan li derve, li kolanan tên kirin.

Li Fransayê ligor zanyariyan biqasî 5 milyon musilman dijin.