Fermandariya Operasyonên hevbeş a Iraqê gef li Kurdistanê xwar

Fermandariya Operasyonên hevbeş a Iraqê bi daxûyaniyeke nivîskî, sinyalên Opesyonên nû hemberî Kurdistanê nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Operasyonên hevbeş a Iraqê bi daxûyaniyeke nivîskî, sinyalên Opesyonên nû hemberî Kurdistanê nîşan da.

Di daxûyaniyê de hatiye ku, “Hewlêr rêkeftina pêşnûmeyî ya di nav aliyan de pêknayîne û em vê yekê napejirînin. Hukimeta herêma Kurdistanê dixwaze demê ji bo xwe bikar bîne”.

Herweha tê diyarkirin ku, Iraq dê kontrolê liser sînoran deyne û daxwaz dike hemberê vê yekê Pêşmerge tu bergiriyê nîşan nede.

Jêderek taybet ji Kurdistan24 re diyarkir, Kurdistan di wê baweriyê de ye, pirsgîrêk ne bi rêyên serbazî, lêbelê bi rêyên siyasî, diyalog û danûstandine dikarin werin çareserkirin, lê diyar e Iraq ne ev rê, lê rêya serbazî hilbijartiye.