Karîgerî ya destguherina şaredariya Istanbolê

Di hilbijartina şaredariyan a Tirkiyê de bajarê mezintirîn ê vî welatî piştî 25 salan ket destê CHP ya partiya sereke ya opozîsyonê. AK Partî ku salên dûr û dirêj ev bajêr bi rê ve dibir piştî ku hevrikê wan mazbataya xwe wergirt, ji bo dûbarekirina hilbijartinan carek din bi awayeke derasayî serî li desteya bilind a hilbijartinan da. Li gor hiqûqnasan biryara dûbarekirinê ne pêkan e

K24-Istanbol

Di hilbijartina şaredariyan a Tirkiyê de bajarê mezintirîn ê vî welatî piştî 25 salan ket destê CHP ya partiya sereke ya opozîsyonê. AK Partî ku salên dûr û dirêj ev bajêr bi rê ve dibir piştî ku hevrikê wan mazbataya xwe wergirt, ji bo dûbarekirina hilbijartinan carek din bi awayeke derasayî serî li desteya bilind a hilbijartinan da. Li gor hiqûqnasan biryara dûbarekirinê ne pêkan e. Çavdêrên siyasî jî amaje dikin têkçûna li Stenbolê bo AK Partî şikestineke gelek mezin e ku wê bandoreke xerab li ser desthilatdara partiyê jî bike.

Li Tirkiyê piştî nîqaşên dûrûdirêj ên li ser encama hilbijartina şaredariyan a 31ê Adarê şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê ku gelek caran deng lê ji nû ve hatin jimartin Ekrem Îmamoglu ku 4 milyon û 169 hezar û 765 deng jê re hatiye dayîn mazbataya xwe stand û bû şaredarê vî bajarî. Lê AK Partî hewlên xwe bo betalkirina hilbijartinan berdewam dike. Rayedarên partiya desthilatdar, îdia dikin sextekarî, şik û guman di vê hilbijartinê de heye û bi daxwaznameyeke 44 rûpelan bi awayeke derasayî serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan da ku hilbijartin were dûbarekirin. Li gor Vahap Coşkunê hiqûqnas Desteya Bilind a Hilbijartinan piştî mazbatadayînê biryara betalkirina hilbijartinê nade.

Vahap Coşkun-Hiqûqnas, got: AK Partî pêşî serî li lijneya hilbijartinan piştre ya bajêr da ku hilbijartina Stenbolê were dûbarekirin lê ev her du lijne daxwaza bo betalkirina hilbijartinan red kir. Niha serî li lijneya bilind a hilbijartinan hatiye dayîn lê ev lijne jî biryareke wek lijneyên berê dane wê bide.

Stenbol ku ji zêdeyî 16 milyon kes lê dijî û mezintirîn bajarê Tirkiyê ye ji aliyê aborî û siyasî ve jî şahrekî gelek krîtîk û girîng e ji bo partiyên siyasî. Şaredariya bajêr piştî 25 salan ket destê CHP ya ku partiya sereke opozîsyonê ye. Nevzat Çîçek ê rojnamevan balê dikêşîna ser hêza siyasî ya Stenbolê ku bandor li ser tevahiya siyaseta Tirkiyê dike. Têkçûna li Stenbolê wek şikestina desthilatdarê jî tê nirxandin.

Nevzat Çîçek-Rojnamevan, got: Bi rastî di desthilatdariya 17 salan a AK Partiyê de ev encama hilbijartina şaredariyan bo Erdogan û bo partiya wî şikestineke mezin a siyasî û neçaverêkirî bû. Bi vê encamê xelk AK Partî siza kir û got xwe dirust bikin. Rojên bê di nav kabîneya AK Partiyê de guhertinên mezin dê pêk werin. Ev encam bandor li ser hilbijartina bê jî bike. Eger şaredarên opozîsyonê baş bixebitin îhtîmal heye ku desthilatdara niha dê nemîne.

Li gor prosedurê piştî îtîraza derasayî ya AK Partî bo betalkirina hilbijartinê, di nav 3 mehan de divê ev îtîraz ji hêla Saziya Bilind a Hilbijartinan ve were encamdayîn.