Vîdyo.. Daiş piştî şikestnê, girteyeka vîdoyî ya şerr ê Baxozê belav kir
K24- Hewlêr
Çekdar ên Daişê girteyeka vîdyoyî ya şerrê Baxozê belav kir.
Li gor dîmenan ew şerr li kemp a Baxoze û berî kontirolkirin a Kempêye ji alî Hêz ên Surya ya Dîmukrat (HSD).
Mîna ku di girteyeê de diderkeve, jin û zaro hatîne çekdarkirin û şerrî dikn.
Hevdem yek ji çekdar ên Daişê bi zimanê Elmanî daxwazê ji endam ên Daişê dike kar ên teroristî encam bidin.
HSDyê ragehandîye, ku ew nêzîk bûne ji serkevtin a yekcakî bi ser çekdar ên Daişê re li Baxozê. Ji meha burî ve heya niha pênc hezar çekdar ên Daişê xwe radest ê HSDyê kirine.
Hevdem 60 hezar kes ên Baxoz ber bi dever ên jêr desthilat a HSDyê revîyane û xwe radeststê hêz ên HSDyê kirine.