Israilê firokeya bêfirokevan a Sûriyê li Golanê xist xwarê

Artêşa Israilê ragihand ku, li devera girên Golanê firokeya bêfirokevan a Rûsî, ya rejîma Suriye xistiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Israilê ragihand ku, li devera girên Golanê firokeya bêfirokevan a Rûsî, ya rejîma Suriye xistiye.

Berdevkê Artêşa Israilê Jonathan Conricus diyarkir, ew firokeya bê firokevan a rejîma Suriye bû ye, ku ji aliyê Rusya ve hatiye çêkirin.

Rojnameya Haarets eşkere kirk u, ew firoke bi sistema mûşekî ya Patriot ve hatiye xistin.