Macron: Eger e li karînên kîmawî yên Sûriyê bidin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de ragihand, di çend rojên pêş de ewê biryara xwe ya derbarê Sûriyê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de ragihand, di çend rojên pêş de ewê biryara xwe ya derbarê Sûriyê bidin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina bi welîahdê Siûdiyê Mîr Mihemed bin Selman re di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Rûsyayê biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbestê binpê kir. Fransa dê bi Brîtanya û Amerîka re berdewam be ji bo bersivdayîna êrîşa li ser Dûmayê hatiye kirin.

Macron got jî: “Heger me biryara lêdaneke leşkerî li Sûriyê da, emê li karînên kîmawî bidin, lê ev lêdan nagihe hevpeymanên me Rûsya û Îranê. Di rojên bê de emê biryarên xwe rabigihînin.”

Ev daxuyaniya Serokê Fransayê piştî wê yekê tê, duh Peyvdarê Hikûmeta Fransayê Benjamin Griffo ragihand, heger hate tekezkirin ku rêjîma Esed bi çekê kîmawî êrîşî Dûmayê kiriye, Fransa dê berseveke giran bide.

Ji aliyê xwe ve, Mîrê Siûdiyê diyar kir, heger hevpeymanên wan jê xwastin di lêdana Sûriyê de beşdar bin, ew jî dê amade bin û beşdar bibin.

 

S. B