Perlemanterekî PDK nameyeke hişyariyê ji bo YNK şand

Firset Sofî: Vê carê taximê xiyaneta 16ê Cotmehê dixwaze bi temamî serê xwe û yê partiya xwe û yekîtiya axa Kurdistanê bixwe".

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê Kurdistanê ji firakisyona Partî Dîmukratî Kurdistan Firset Sofî, nameyeke hişyariyê ji bo Yekîtî Niştimanî Kurdistan şand û derbarê taximê "Xiyaneta 16ê Cotmehê" dibêje: "Em li bendê ne vê carê hûn bi xwe sînorekî ji wî taximî re deynin û nehêlin YNK û gelê Kurdistan baca xiyaneta wî taximî bide".

Firset Sofî têskta nameya xwe li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye û diyar dike, ku berî "Xiyaneta 16ê Cotmehê", wî derbarê tevgera wê girûpê, hevalên xwe yên di nav YNKê de haydar kiribû û ji wan re gotibû divê hûn wê girûpê rawestînin, lê bi gotina Sofî: "Wan endamên YNK bihane pêşkêş dikirin û didan xuyakirin ku tiştekî nexwestî çênabe".

Di beşekî din yê nameyê de hatiye: "Wî demê min bi awayekî veşartî we haydar kir, lê vê carê eşkere ji we re dibêjim: "Heman ew girûpa di 16ê Cotmehê de xiyanet kir, niha jî mijûlî xiyaneteke din e û vê carê dixwaze bi temamî serê xwe û yê partiya xwe û yekîtiya axa Kurdistanê bixwe".