Tirkiye: Em beramberî Amerîkayê xwe naçemînin û serî radikin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu radigihîne: Ew beramberî Amerîkayê xwe naçemînin û serî radikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu radigihîne: Ew beramberî Amerîkayê xwe naçemînin û serî radikin.

Suleyman Soylu dibêje ew ji bo çûyîna Amerîkayê hatiye qedexekirin. Digel ko ew terorîst niye, Amerîkayê ew qedexe kiriye. Sedema vê jî ew e ko Tirkiye xwe beramberî Amerîkayê naçemîne. Ew ji bo berjewedniyên welatê xwe, guh nadin Amerîkayê.

Pirsa S 400 û alîkariyên Amerîkayê bo YPGyê, 2 pirsên sereke ne ko pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê aloz kirine.