Erdogan bo rojnamevanê Fransî: Tu bi zimanê Gulen diaxive

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dema digel Serokomarê Fransayê di kombûna rojnamevanî de bû bi çend pirsên dijwar re rûbirû ma. Rojnamevanekî Frensî Erdogan tohmetbar kir ku çekan şandine rêxistinên terorê yên li Sûriyê. Erdogan jî nerazîbûnek tund nîşan da û got, rojnamevanê Frensî bi zimanê Fetullah Gulen diaxive.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ef681e04-3db2-4448-b6b0-7304b48868db/010618YTY.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dema digel Serokomarê Fransayê di kombûna rojnamevanî de bû bi çend pirsên dijwar re rûbirû ma. Rojnamevanekî Frensî Erdogan tohmetbar kir ku çek şandine rêxistinên terorê yên li Sûriyê. Erdogan jî nerazîbûnek tund nîşan da û got, rojnamevanê Frensî bi zimanê Fetullah Gulen diaxive.

Di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî ya ji bo Fransayê de devjengiya wî ya digel rojnamevanê Frensî Laurent Richard balkêş bû. Rojnamevan Richard çend pirsên dijwar ji Erdoganî pirsî û got: Fransa û Yekîtiya Ewropa di derbarê şerê terorê de dikare ji we bawer bike? Lewra we ji bo çekdarên li Sûriyê ne çekan birê kirine. Gelo hûn poşman in?  Gelo beramberî azadkirina Serkonsolê Tirkiyê yê Mûsilê ko di destê DAIŞê de dîl bû, we jî girtiyên DAIŞê yên li welatê xwe azad kirin an na?

Li ser van pirsan Erdogan nerazîbûnek tund nîşan da û got, Laurent Richard wekî rojnamevanekî pirsan nake, lê bi zimanê Tevgera Fetullah Gulen diaxive?

Çêroka vê pirsê digihje heta 4 sal berê.  Di 19ê Mijdara 2014an de li bajarê Edeneyê 3 Tirêle ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn sekinandin. Serdozgeriya Komarê yê Edeneyê dest danî ser Tirêleyan, lê Parêzgeriya Edeneyê bi hinceta, ew tirêle yên MÎTê ne biryar girt ku werin berdan.

Recep Tayîp Erdogan ku wê demê Serokwezîr bû bi operasyona Tireleyên MÎTê Tevgera Fetullah Gulen tohmetbar kir û got, ew tirêle ji bo tirkmenên Sûriyê bû û alîkariya mirovî dibirin.

Lê di 29ê Gulana 2015an de rojnameya Cumhuriyetê nûçeyek belav kir û rojeva Tirkiyeyê serûbin bû. Di tirêleyên MÎTê de çek û teqemenî hebûn û ji bo Suriyeyê dihatin şandin. Li gor hin îdiayan jî hikûmeta Tirkiyeyê wan çekan dişand DAÎŞê. Piştî nûçeyê di derbarê Rêvberê Giştî yê berê yê Cumhuriyetê Can Dûndar û Rojnamevan Erdem Gul de doz hate vekirin û dadgeha Stenbolê 5 sal ceza da herdukan. Can Dûndar di derbarê mijarê de pirtûkek bi navê “Em Hatin Girtin” nivîsand û da zanîn ko wî dîmenên  Tireleyên MÎTê ji parlementerek çepgir wergirtiye. Li ser vê yekê Parlementerê CHPyê Enîs Berberoglu jî berî niha 6 mehan hatibû girtin.