Rûsya keştiyên serbazî ber bi Sûryê ve dişîne

Li gorî jêderên serbazî yên Rûsî, keştiya Grad Sivyaçîsk û a Filiky Ostiog, ji Derya Reş derbasî tengava Bosfor bûn û ji wir derbasî nav Derya Navîn bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya Rûsî belav kiriye, ku keştiyên serbazî yên Rûsî ku bi mûşekên Kalibr hatine barkirin, şevê din ji Rûsya bi riya Derya Navîn, ber bi bajarê Tertosê ve yê Sûryê birê ketin.

Li gorî jêderên serbazî yên Rûsî, keştiya Grad Sivyaçîsk û a Filiky Ostiog, ji Derya Reş derbasî tengava Bosfor bûn û ji wir derbasî nav Derya Navîn bûn.

Di Cotmeha sala 2015an de, herdu keştiyên navhatî li gel keştiya Oglich û keştiya zêrevaniyê Daxistan, ji nav Deriya Xezerê bi 26 mûşekên Kalibr bingehên girûpên çekdar li Sûryê bordûman kirin.

Heftiya derbasbûyî ajansa Sputnik ya Rûsî ragihand, ku Firkoehelgira Amerîkî USS Harry Truman, derbasî Derya Navîn bûye û xwe nêzîkî peravên Sûryê kiriye.

Ajansa navhatî diyar kir, ku hatina wê Firokehelgira Amerîkî ne ji ber xwe ve ye û merema encamdana êrîşekê li pişt wê heye.

Berî vê yekê jî, wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de gotibû: Çekdarên Artêşa Azad çekên kîmawî derbasî bajarokê Cefra yê Dêra Zorê kirine, daku şanoya êrîşeke kîmawî çêkin û rêjîma Sûryê tometbar bikin û piştre bihaneyê ji Amerîka re peyda bikin, ku êrîşî bingehên Artêşa Sûryê bike.

N.O