Amerîka li serketina Ebadî mikur nayê

Li gorî Pentagonê niha 3 hezar çekdarên DAIŞê mane, 2 hezar ji wan li nav Sûryê ne û hezarê din li nav Iraqê mane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya "Washington Examiner" ya Amerîkî belav kiriye, tevî ku wezareta berevaniya Amerîka pîrozbahî li hêzên Iraqî kir, lê heya niha li daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mikur nehatiye ku têde serketina hêzên Iraqî li ser DAIŞê ragihandiye. Ew jî ji ber ku di baweriya Amerîka de heya niha DAIŞ bi temamî bidawî nehatiye.

Rojnameya navhatî diyar kir, gefa DAIŞê lawaz bûye û niha ti rûbereke zeviyan di destê wê girûpê de nema ye, lê li navçeyên ku paşmayên DAIŞê li wan mane, hîn şer berdewam e.

Heman rojnameyê eşkere kir, ku li gorî zaniyariyên Pentagonê niha 3 hezar çekdarên DAIŞê mane, ku li gorî texmînan 2 hezar ji wan li nav Sûryê ne û hezarê din yê wan çekdaran li nav Iraqê mane.