Civata Wezîran danûstandinan li ser pirsa mûçeyan û herdemîkirina fermanberên girêbest dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 08.05.2024) bi serperiştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Civata Wezîran Qubad Talebanî dicive û danûstandinan li ser çend mijaran dike.

Li dû ragehandineke Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, para yekê ya wê civînê dê girêdayî berçavkirina dawî pêşhatên mijara mûçe û darayî û pabendiyan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de û encamên dawî civîna şandên teknîkî yên her du aliyan li roja 27.04.2024ê li Bexdayê li ser pêşengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dahatên negirêdayî petrolê û bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de be.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, para duyê ya civînê dê girêdayî danûstandinên li ser mijara herdemîkirina fermanberên girêbest li dezgehên Herêma Kurdistanê be.

Wê çavkaniyê amaje jî daye, para sêyê dê berçavkirina raporta Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê di derheqa serdana şanda wezareta wan ji bo Bexdayê de be, xasma mijarên wergirtina genimê îsal ê cotyaran û livandina pirojeyên bendav û avrêjan li Herêma Kurdistanê û wergirtina feydeyî ji derfetên xizmetkariyên çandinê ji aliyê cotyaran ve wekî deverên dî yên Îraqê.