“Armanca hevkariya Tirkiye-Rûsya-Îran li Sûriyê şikestina Amerîka ye”

Herî dawî bi mebesta xilasbûna şer û bo destpêkirina heyameke aştiyane serkirdeyên Rûsya û Tirkiyê hatibûn ba hev.. Biryara vekişandina leşkerên Rûsî ji Sûriyê wek destpêkirina qonaxakek nû ya aştiyane tê dîtin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Krîza Sûriye, ev 7 sal in bi berdewamiya şerê navxweyî di rojeva cîhanê de cîh digire û hêzên global jî ligel hevalbendên xwe hevdîtinên xwe yên li ser vê krîzê berdewam dikin. Herî dawî bi mebesta xilasbûna şer û bo destpêkirina heyameke aştiyane serkirdeyên Rûsya û Tirkiyê hatibûn ba hev.. Biryara vekişandina leşkerên Rûsî ji Sûriyê wek destpêkirina qonaxakek nû ya aştiyane tê dîtin.

Şerê navxweyî yê li Sûriyê ku ev 7 sal e berdewam e tim di rojeva cîhanê de cîh girt û krîz, bi berdewamiya vî şerî wek babeteke sereke hê jî di rojevê de ye. Bi mebesta destpêkirina proseyeke siyasî û ji bo bidawîbûna şerê li Sûriyê, di nav hêzên global de gelek hevdîtin hatin kirin. Hevdîtina herî dawî di navbera serkirdeyên Tirkiye û Rûsyayê de pêk hat.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya hevdîtina xwe ya ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li Himeymima Lazkiyeyê, bi Serokê Sûriyê Beşar Esad re civiya û biryara vekişandina leşkerên Rûsî ji Sûriyê da. Putîn ragihand ligel Tirkiye û Îran wê aştiyê bînin Sûriyê. Li gor pisporan armanca hevkariya her sê welatan li Sûriyê şikestina Amerîkayê ye.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re got: “Geşedanên dawî, hevdîtina Pûtîn û Erdogan nîşaneya hevkariyeke herêmî ya li dijî Amerîkayê ye jî. Rûsya hewl dide bêyî Amerîka ligel Sûriyê, Tirkiye û Îran bo krîza Sûriyê çareserkiyeke mayînde pêk bîne. Ji bo vê Pûtîn tim bi berpirsên van welatan re di nav têkiliyê de ye û di demên bê de jî hevdîtinên bi vî awayî dê berdewam bin. Ev peyameke cidî ye bo Amerîkayê jî.”

Tirkiye der barê krîza Sûriyê de di serî de bi Amerîkayê re tevdigeriya, lê ji ber berdewamiya piştgiriya leşkerî bo YPG bi Rûsyayê re dest bi hevkarî kir. Pispor, li herêmê balê dikêşînin ser rol û hêza Rûsyayê ku niha li Rojhilata Navîn wek hêzeke herî mezin tê destnîşankirin.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Dogu Ergîl dibêje: “Hêzên Amerîkayê, ji bo têkoşîna li dijî rêxistinên terorî û ji bo parastina berjewendiyên Îsraîlê li Sûriyê hene. Helbet piştî demeke din, Amerîka bi cibîcikirina erka xwe, ji Sûriyê dê vekêşe. Di heyama bê de bi ya min Rûsya, li Rojihlata Navîn dê bibe hêzeke sereke ya mayînde. Helbet di vê heyama nû de li herêmê Kurd jî dê bibin xwedî statuyê wek bi modela xweser an otonom dê xwe bi rê ve bibin.”

Li gor nêrîna şarezayan, bi biryara Putîn a li ser vekişandina leşkerên Rûsî, li Sûriyê qonaxeke nû dest pê dike û biryar wek nêzîkbûna dawiya şer û destpêkirina proseya siyasî tê nirxandin ji bo normalîzebûna Sûriyeyê jî pêdivî pîçek bi deme jî heye.