Serok Barzanî: PDK wê guhertinên mezin bike

Serok Barzanî: Divê ev rewşa tevlihev bidawî bê, Kurdistan ji hemû Kurdistaniyan re ye, divê qorixkirin -Istixlal- a desthilatê li hemû cihekî bidawî bê. Em dixwazin dewleteke yasayê ava bikin

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serok Barzanî ragihand, ku bi serketina PDK di 30ê Êlûnê de, çaksazî û guhertinên mezin wê destpê bikin.

Herwiha got: Gellek kesan xwe amade kiribûn dawiya PDK bibînin, lê bi himmet a we, li seranserî Kurdistanê, cemawer û dengder û alîgir û endamên PDK wa kirin, ku PDK bibe partiya yekem li ser astê Iraqê.

Niha hemû alî zanin ku PDK tê çi wateyê, PDK nûneratiya piraniya xelkê Kurdistanê dike, bi me xweşe û me herdem daxwaz kiriye ku bi aştî û riyên aştiyane, kêşe û nakokî bên çarekirin, lê ev nayê wateya ku em dev ji armancên xwe berdin.

Herwiha got: Hilbijartinên 30ê Êlûnê giring in û em soz didin, ku çi ji destê me bê, emê ji bo xizmeta we bikin, binavê xwe û hemû hevalên serkirdatiya PDK, sipasiya endamên PDK li vê deverê dikim, ji ber ku ez bibaşî haydarî dijwariya rewwşa we me, her ji zemanê Zeîm Sidîq û heya îro, teror û teqandin û bêbeşkirin, ji para we bû li vê deverê, lê hûn her û her xweragir bûn û em hatine vir, daku ji we fêrê xweragiriyê bibin.

Serok Barzanî got: Xweragiriya we cihê serfiraziyê ye û em serfiraziyê bi we dikin, divê ev rewşa tevlihev bidawî bê, Kurdistan ji hemû Kurdistaniyan re ye, divê qorixkirin -Istixlal- a desthilatê li hemû cihekî bidawî bê û zelal e, li ku qorixkirina desthilatê heye, em dixwazin dewleteke yasayê damezrînin û em hemû têde beşdar bin, ji we re tekez dikim, ku ti carî em qebûl nakin, zordarî li PDK û baregehên PDK û xelkên bê desthilat li vê deverê bê kirin.

Serok Barzanî got: Gellek caran behsa yekrêziya navmala Kurd tê kirin, lê ez di wê baeriyê de me, ku hemû kes şahidiyê li ser wê yekê didin, ku me hemû bizavên xwe ji bo yekrêziyê kir, lê divê hemû alî di vê piroseyê de hevkar bin. Em xwedî armanc û stiratejî û ecinde ne û ew aliyên dijatiya rêbaz û armancên me bikin, zehmet e em yekrêziyê li gel wan bikin.

Serok Barzanî got: Em xwediyên dozeke rewa ne, we jî piştrast kiriye, ku ji bo vê doza rewa, me hêjatirîn kesên xwe û we pêşkêş kiriye, ew doz niştiman û Kurdistan e.

N.O