Mehmûd Sengawî: Niha Kerkûk, Xaneqîn û Mendelî dagîrkirî ne

Mehmûd Sengawî: Raste gazinên me ji hikûmeta me re hene, lê xirabtirîn hikûmeta me, baştire ji baştirîn hikumeta dagîrkaran.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya YNK û fermandeyê mihwerê Germesêr yê Pêşmerge Mehmûd Sengawî, di gotarekê de ji bo hejmarek ji Pêşmergeyan ragihand, heger referendum nehatiba kirin jî, ewê Bexda ew kar kiriba û êrîşî Kurdistan kiriba.

Destpêka vê mehê Mehmûd Sengawî serdana baregeha lîwaya 136an ya Germiyan a hêzên Pêşmerge kir li Kifrî û di gotina xwe de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistan kir û got: "Niha Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî û tevahiya navçeyên veetandî heya bi Şingalê ku artêşa Iraqê têde ye, navên wan navçeyên dagîrkirî ne û berî niha min digot, ew ne navçeyên veqetandî ne, lê ew navçeyên dagîrkirî ne."

Sengawî diyar kir, ku hikûmeta Iraq nikare zêdetir dagîr bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê li gorî destûrê hatiye çespandin.

Navhatî got jî: "Ew hêzên hatine, nikarin ermancên xwe bicî bînin û welatê me dagîr bikin û bi aramî bimînin û ew dagîrkirin heya serî berdewam nake, niha Ebadî gellekî mexrûrane diaxive, berê Seddam jî mûşek test dikir û gef dikir, ka Sedam Hisên.. Heqî karbidestên niha yên Iraqê îbretê ji yên berî xwe bigrin û bi taybet yên niha ji yên berî xwe nebihêztir in."

Sengawî tekez kir, "Cîhan daxwaza Iraqeke federalî û yekparçe û dîmukrat dike, lê ji mafê me ye dewleta me hebe û em serbixwe bin û niha cîhan ne li gel vê yekê be û dibe ku ji ber rijdbûna me li ser serxwebûnê, ziyan li me hatibe kirin, lê em mane û nabe em xwe radestî dijmin bikin û bibin kole, ji ber ku ewê dibin kole, mirin ji wan re baştire, dive em rastî dagîrkariyê bên, nabe mirov serê xwe li ber dagîrkaran xwar bike. Raste gazinên me ji hikûmeta me re hene, lê xirabtirîn hikûmeta me, baştire ji baştirîn hikumeta dagîrkaran."