Hakan: Trump piştgirî daye Barzanî

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Tirkiyeyê Ahmet Hakan dibêje: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûna Kurdistanê de piştgirî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Tirkiyeyê Ahmet Hakan dibêje Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûna Kurdistanê de piştgirî ji Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtiye.

Hakan îro di gotara xwe ya li rojnameya Huuriyetê de belav bûye de, bal kişand ser referandûma serxwebûna Kurdistanê û got Tirkiye li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê nerazîbûnek tûnd nîşan dide, lê nikare destêwerdanê bike.

Mesûd Barzanî ji Donald Trump piştgirî wergirtiye û pişta xwe bi hin hêzên mezin girêdaye.  Ahmet Hakan herwiha dibêje, Tirkiye nikare Barzanî bitirsîne û fişarên aboriyê li dijî Kurdistanê bikar bîne. Tirkiye nikare deriyê sînor bigre û rêgiriya boriya neftê bike. Derbarê aboriyê de pêwistiyeke mezin a Tirkiyeyê ji Kurdistanê heye û Tirkiye nikare destêwerdana li Kerkûk û Musilê jî bike.