Mustafa Pekoz: "Wê li Îdlibê şerekî mezin rû bide"

Akademisyen û Pisporê Rajhilata Navîn Mustafa Pekoz, prosesa rêkeftina Astanayê ya li ser Îdlibê ku biryara kêmkirina deverên şer hate ragirtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Akademisyen û Pisporê Rajhilata Navîn Mustafa Pekoz, prosesa rêkeftina Astanayê ya li ser Îdlibê ku biryara kêmkirina deverên şer hate ragirtin, rola Tirkiyê ya li Îdlibê, bi giştî jî dahatûya Tirkiyê ya li Sûriyê û prosesa referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand.

Di civîna dawîn ya Astanayê de derbarê dahatûya Sûriyê de biryarên giring hatin ragirtin. Tirkiyeya ku digel Rûsya û Îranê di nava vê prosesê de cih digire, her çiqas ji aliyê xwe ve peymana Astana û biryara kêmkirina deverên şer yên li Îdilibê, wek serkeftinê bi nav bike jî, Sûriye ne di heman bîr û baweriyê de ye. Li gorî Wezareta Karê Derve ya Sûriyê li ser wan deverên kêmkirina şer ku di rêkeftina Astanayê de hatiye îmzekirin, tû mafî nade artêşa Tirkiyê ku karibe li Sûriyê bimîne û li Îdlibê belav bibe. Li gorî Akademisyen û pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz jî civîna Astanayê daneya herî giring û berbiçav e ku siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê hem ji aliyê siyasî hem jî leşkerî ve têk çûye.

Mustafa Pekoz dibêje: "Îdlib qonaxa şerê dawîn ya li Sûriyê ye. Her çiqas biryara kêmkirina deverên şer jî hatibe ragirtin, bi bôçûna min, piştî Reqqa û Deyrûlzorê, wê li Îdlibê şerekî mezin biqewime. Hêzên YPG ku hejmareke zêdeye û ji aliyê Amerîkayê ve hatine perwerdekirin, wê ji Efrînê di ser sînorê Hatayê re, hêzên Esad û Rûsyayê jî, wê di ser Haleb û Hamayê re werin Îdlibê. Tirkiyeya ku li hemerî pêşketinên Rojava nekarî tiştekî bikî, li Haleb, Raqqa û Misûlê jî destevala ma. Min ne bawere ku Tirkiye wê karibe di nava operasyona îdlibê jî cih bigire. Ji ber ku konjonktûr berewajî vê yekê ye."

Mustafa Pekoz derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de jî nirxandinek kir û got; ji ber ku Tirkiye û Îran ne xwedî bingeheke xurt ya civakî û polîtîk in li dij referandûmê radibin, tirsa wan ya herî mezin ew e ku ev rûdan bandorê li Kurdên ku li wan welatan dijîn jî bike. Gava referandûmê gaveke stratejîk e û hemû Kurd divê bê şert û şirût û beyî nirxandinên bi konjonkturê ve têkîldarin piştevaniya referandûma serxwebûnê bikin.

Mustafa Pekoz  wiha axivî: "Referandûm wê ne tenê hevkêşeya li Kurdistanê wê ya navneteweyî û ya herêma Rojhilata Navîn jî ji binî ve bigûherîne. Ev gav tê wateya ku wê di demên pêş de sînor bigûherin. Wê bi vê hewlê re, ji aliyê wan jêderkên enerjiyê ve jî di qada navneteweyî de rola Kurdistanê hê giringtir bibe û ji aliyê jeostratejîk ve jî bêhtir derkeve pêş."

Li gorî Pekoz di 25ê Îlonê de teqez divê ev referandûm biçe serî. Ev mafekî navneteweyî û mirovane ye. Di qada pêwendiyên navneteweyî de jî qarta herî xurt ya gelan e. Ne mafê tû kesî ye ku mudaxeleyî vê derê bike. Gelê wê derê rêveberiyeke çawa dixwazin ew ê biryara vê yekê bidin. Loma pêwîst e hemû Kurd piştevaniyê bidin, ji ber ku referandûma serxwebûna Kurdistanê wê bibe xala bingehîn ya gûherîna herêmê.