Rêxistinên civaka sivîl bi erkê li hember Efrînê ranabin

Di gel berdewamiya binpêkirinên li Efrînê, gelek xelk dibînin ku rêxistinên civaka sivîl bi erkên xwe li hember Efrînê ranabin. Ji aliyê xwe ve ev rêxistin aşkere dikin ku xemsarî di karê wan de heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di gel berdewamiya binpêkirinên li Efrînê, gelek xelk dibînin ku rêxistinên civaka sivîl bi erkên xwe li hember Efrînê ranabin. Ji aliyê xwe ve ev rêxistin aşkere dikin ku xemsarî di karê wan de heye.

Ji destpêka derbasbûna Artêşa Tirikyê û çekdarên oposizyona Sûriyê bo bajarê Efrînê û ta niha binpêkirin û dizî, talan û revandina welatiyan di derheqê xelkên Efrînê de berdewam e. Gelek xelk dibînin ku ta niha saziyên civaka sivîl bi rola xwe derbarê van binpêkirinan ranebûne, di dema ku hin rêxistin dibêjin ku karînên wan tune ne.

Herwiha didin zanîn ku ew bi tenê dikarin têkiliyan bi rêxistinên têkildar re bikin û dengê xelkê Efrînê bighînin wan.

Endama Desteya Rêveber a Rêxisrina Pêl Leyla Xelef li ser rola rêxistinên civaka sivîl ji K24ê re got: “Ev kar ji hemû rêxistinan tê xwastin ji ber ku ji erkê wan rêxistinan li ser avakirina aştiyê û nehîştina nakokiyan kar dikin, lê dibe ku ew derfet ji wan re nîn e gelekî zehmet e ku derbasî Efrînê bibin û wan binpêkirinan belge bikin. Em tenê dikarin simînaran bikin û ronahiyê bixin ser pirsgirêkê û dengê Efrîniyan bigihînin rêxistinên navdewletî.”

Hin rêxistin dibêjin jî, rewşa Efrîn taybet e û bi sedema dorpêckirina wê û qedexekirina derbasbûna rêxistinên mafên mirovan, ew nikarin karê xwe bi hesanî bikin , lê xemsarî di karê rêxistinan de heye. Herwiha diyar dikin ku ji erkê wan e ku binpêkirinan bilge bikin û bighînin rêxistinên navdewletî.

Çalekavanekî sivîl Osama Ehmed jî dibêje: “Karînên teknîkî û kesên perwerdekirî û pispor jê re divên. Ez dibînim ku heger 4-5 rêxistin bi hevdu re karekî bikin, dê karibin tiştekî bikin, lê hevrêzî di navbera wan rêxistinan de nîn e û gelek rêxistin jî li karên sivik û asan digerin û karên zehmetî tê de hene pê re ranabin.”

Ji dema dagîrkirina Efrînê de di 18ê Adara bûrî de, rojane Kurdên Efrînê rastî revandin, eşkencedan û talaniyê tên, bêyî ku civaka navdewletî yan jî rêxistinên mafên mirovan fişarê li Tirkiyê bikin ku binpêkirinên li dijî gelê Efrînê rawestînin.