Nazim Debax: Çaverê dikin Îran berdewam be di piştevanîkirina Kurdistanê de

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hokûmet Herêma Kudistanê li Tehranê Nazim Debax radigihîne, çaverê dikin ku Îran berdewam be di piştevanîkirina Kurdistanê de.

Nazim Debax tekez kir, pêwendiyên dîrokî yên gelekî baş di navbera Hewlêr û Tehranê de hene û di warê cugarfiyê de jî Îran cîraneke Herêma Kurdistanê ye û divê tevahiya pêşhatan bi agahdariya her du aliyan be.

Nûnerê Hokûmet Herêma Kudistanê li Tehranê ji medyaya Îranê re ragihand, biryar e di demeke nêzîk de, şandeke Herêma Kurditanê ku endamên tevahiya pêkhateyan tê de ye, bo pirsa referandûmê guftûgo bike, serdana Tehranê bike.