Erdogan: Kêmasî di demokrasiya Tirkiye de nîn e

Serokomarê Tirkiyê dibêje, tu kêmasî û valahiya demokrasiya Tirkiyê nîn e û kesên guman dixin ser hilbijartinan, derewan dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje, tu kêmasî û valahiya demokrasiya Tirkiyê nîn e û kesên guman dixin ser hilbijartinan, derewan dikin.

Erdogan di Kongreya Sendîkayên Dikandar û Pîşesazan de axivî.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

"…. Li cîhanê welat, bi demokratîkbûn û nedemokratîkbûn, pêşketî û paşmayî tên rêzkirin. Tirkiye digel encamdan a hin derbeyan, ji demokrasiyê dûr neketiye. Demeke dirêj e, em demokrasiyê di asta herî bilind de bicîh dikin. Hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi awayeke demokratîk hatin kirin. Kesên guman bixin ser vê hilbijartinê, derewan dikin.

Careke din dibêjim, di warê demokrasiyê de tu kêmasî û valahiya Tirkiyê nîn e."

 

 

 

C.B