Israilê bersîva Erdogan da

Di daxûyaniya xwe de Wezareta derve ya Israilê diyarkir: “Erdogan binase yan nenase, Qudis paytexta Cihûyan a 3 hezar salan û ya Israil a 70 salan e“.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve yê Israilê bi daxûyaniyeke nivîskî bersîva Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan da.

Di daxûyaniya xwe de Wezareta derve ya Israilê diyarkir: “Erdogan binase yan nenase, Qudis paytexta Cihûyan a 3 hezar salan û ya Israil a 70 salan e“.

Erdogan gotibû ku: Qudis ji bo Musilmanan xeta sor e.