Amerîka firokeyeke Sûriyê anî xwarê

Amerêka ragihand, firokeyeke Sûriyê HSD li nêzîkî bajarokê Tebqayê armanc girt, firokeyên wan jî ew firokeya Sûriyê xiste xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerêka ragihand, firokeyeke Sûriyê HSD li nêzîkî bajarokê Tebqayê armanc girt, firokeyên wan jî ew firokeya Sûriyê xiste xwarê.

Fermandariya Navendî a Amerîkayê ragihand, Firokeyên Amerîkî duh firokeyeke artêşa Sûriyê ji cureya SU 22 li nêzîkî li başûrê Tebqayê xiste xwarê.

Amerîka got ku, firokeya artêşa Sûriyê bombe li nêzîkî pêgehên HSD barandin, loma firokeya Amerîkî ji cureya F/A 18 Super Hornet firokeya Sûrî xiste xwarê.

Herwiha daxuyaniyê amaje bi wê jî kir, ku hêzên ser bi artêşa Sûriyê ve êrîşî bajarê Tebqayê kirin û hejmarek ji şervanên HSDê birîndar kirin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaz ji Amerîka kir ku rêzê li serweriya xaka Sûriyê bigire û ti karekî bi tenê encam nede.

Fermandariya Navendî a Amerîkayê got jî, ne ji erkê Hevpeymaniya Navdewletî ye ku şerê rêjîma Sûriyê yan hêzên Rûsî bike, lê ew bergîriya xwe û hevalbendên xwe dikin.