Amerîka daxwaza paşxistina referandûmê dike

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di daxuyaniyekê de careke din daxwaz ji serkirdayetiya Kurd dike, referandûma serxwebûna encam nedin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di daxuyaniyekê de careke din daxwaz ji serkirdayetiya Kurd dike, referandûma serxwebûna encam nedin û li cihê wê proseyê, dest bi diyaloga cidî ligel Bexdayê bikin, ji bo çareserkirina pirsêgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka di demekê de ye, Serokê Herêma Kurdistanê di nûtirîn gotara xwe de ragihdibû, heta niha ti bedîlekî ji referandûmê baştir ji aliyê civaka navdewletî ve negihiştiye destê wan.

Biryar e roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên hatine birîn bi rê ve biçe.