Hevşaredarên Diyarbekirê dest bi kar kir

Hevşaredarên bajarê mezin ên Diyarbekirê yên HDPê pesendanameya şaredarbûnê ji Komîsyona Hilbijartinê ya Diyarbekirên wergirtin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên bajarê mezin ên Diyarbekirê yên HDPê pesendanameya şaredarbûnê ji Komîsyona Hilbijartinê ya Diyarbekirên wergirtin.

Hevşaredarê Diyarbekirê Selçûl Mizrakli bi kombûneke rojnamevanî ragihand, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dadperwerî biser ketiye, lê li bajarokê Rezanê şaredarî ji destê HDPê bi awayekî neyasayî hatiye standin û hiqûq bin ketiye.

Selçûl Mizrakli amaje bi wê yekê kir, divê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji biryara xwe ya di derbarê bajarokê Rezanê de vegere û şaredariyê radestî HDPê bike.

Hevşaredarê Diyarbekirê Selçûl Mizrakli ji K24ê re got: “Me pesendnameya şaredarbûnê di roja 1ê Nîsanê de ji xelkê xwe wergirt. Di wê rojê de xelkê Diyarbekirê vîyana xwe nîşan da û ev erk dan me. Her çend bidestxistina pesendnameyê dereneg ketibe jî îro pêvajoya fermî dawî dawî hat. Hiqûqê cihê xwe girt û ev girîng e.”

Piştî civîna rojnamevanî Hevşaredara Diyarbekirê Hulya Alokmen ji K24ê re got: “Soza ku me dabû gelê xwe ku emê wan ji qeyûman xilas bikin, me bicih anî. Ji îro û pê ve jî emê dîsa bi gelê xwe re xebata xwe berdewam bikin.”

 

 

S. B