Parêzgarê Kerkûkê: Bi dehan sal e Kurd û Turkman bihevre dijîn û ew şirîkê me ne

Parêzgarê Kerkûk Necmeddîn Kerîm di kongirekî rojnamevanî de ragihand: “Em rê nadin kes ziyanê li pêkhateyên Kerkûkê bike bi giştî, Turkman jî bi taybetî.

K24- Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûk Necmeddîn Kerîm di kongirekî rojnamevanî de ragihand: “Em rê nadin kes ziyanê li pêkhateyên Kerkûkê bike bi giştî, Turkman jî bi taybetî.

Necmeddîn Kerîm tekez kir, aramî û ewlehiya bajar yek ji bingehên serekî yên serketina referandumê ye.

Kerîm ji xelkê Kerkûkê xwest, piştî serketina referandumê, hêminî û aramiya bajar biparêzin û bi mebesta derbrîna dilxweşiyê teqekirinê mekin.

Herweha Kerîm tekez kir, Kurd û Turkman pêwendiyên baş di navbera wan de hene û bi dehan sal e li wî bajarî bihevre dijîn û ew şirîkê me ne.

Navhatî got:"Piştî temambûna referandumê û arambûna rewşê, emê li gel hemû aliyan bicivin û deryê me vekirî ye."