Pasdarên Îranê: Kiryarên têkderane vemirîn

Pasdarên Îranê ragihand, gelê Îranê bi alîkariya hêzên ewlehiyê Karin xwepêşandanên Îranê ku neyarên biyanî li pişt bûn, vemirîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pasdarên Îranê ragihand, gelê Îranê bi alîkariya hêzên ewlehiyê Karin xwepêşandanên Îranê ku neyarên biyanî li pişt bûn, vemirîne.

Di daxuyaniyekê de, supaya Pasdarên Îranê nivîsiye: “Bi piştevaniya gelê Îranê, bi dehan hezar ji hêzên xwebexş ên Basic, polîs hêzên ewlehiyê karîn kiryarên têkderane vemirînin.”

Pasdarên Îranê, ku Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û Siûdiye bi piştevanîkirina  wan xwepêşandan tometbar dike û dibêje: “Îranê plana Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û Siûdiye ligel Mucahidîn Xelq û alîgirên paşayetiyê têk çû û gelê Îranê rê neda armancên wan yên şeytanî biçin serî.”

Di wê derbarê de, Peyvdarê Wezareta Navxweyî ya Îranê Seîd Muntezer Mihdî ragihand, piraniya kesên di xwepêşandanan de hatine girtin, bi kefaletê hatin nerdan, lê kesên sereke û yên rêbertî wan xwepêşandanan dikirin dê girtî bimînin.

Roja 28 Berçileya bûrî, xwepêşandanên nerazîbûnê li hejmarek bajarên Îranê hatin kirin û 5 rojan berdewam bûn, di piştre alîgirên desthilatê xwepêşandanên piştevaniya li hikûmetê kirin û tevahiya hêzên ewlehiyê karîn dawî li dengê nerazî bînin.