Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Hewlêrê dike

Piştî bêtirî salekê ji encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê û derketina nakokiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, ev yekem car e şandeke Tirkiyê di vî astî de serdana Herêma Kurdistanê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa fermî ya nûçeyên Tirkiyê (Anadolê) eşkere kir, ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû, wê rojên 11 û 12ê vê mehê serdana Iraqê bike.

Heman ajansê diyar kir, ku Çawîşoglu destpêkê wê li Bexdayê û piştre li Hewlêrê çendîn dîdar û civînên bilind lidar bixe.

Piştî bêtirî salekê ji encamdana referanduma xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê û derketina nakokiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, ev yekem car e şandeke Tirkiyê di vî astî de serdana Herêma Kurdistanê dike.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji bo Hewlêrê, hevdem e li gel bidawîbûna piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistan û destpêkirina bizavên aliyan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê.

N.O