Bi alîkariya Tirkiyê, Opozisyon nasnameya Sûriyê derdixe

Bi alîkariya Tirkiyê, Opozisyona Sûriyê kartên nû yên nasnameya Sûriyê derdixe

K24 – Navenda Nûçeyan

 Bi alîkariya Tirkiyê, Opozisyona Sûriyê kartên nû yên nasnameya Sûriyê derdixe.

Ligor Ajansa Reuters, Opozisyona Sûriyê dest bi dayîna kartên nû yên nasnameya Sûriyê li devera Babê ya bakûrê Sûriyê kiriye, ku ew dever dibin kontrola çekdarên Mertala Firatê de ye, ew kart bi zimanên Erebî û Tirkî ne.

Jêderek ji ewlekariya Tirkiyê ji ajansa navborî re diyarkir, ew kart  ji bo cudakirina xelkê deverê ji endamên DAIŞ û YPG hatiye dayîn û jiber ku, gelek welatiyên deverê nasnameyên xwe wenda kirin e.

Tê pêşbînî kirin, ew kart  ji bo nêzîkî 140 hezar welatiyên Sûrî li devera Bab û gundewarên wê, yên parêzgeha Helebê bên dayîn.

 

 

C.B