Şandeke YPG serdana Rûsya kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî nêzîkî Yekîneyên Parastian Gel YPG, ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihand, di hefteya derbasbûyî de û li ser daxwaza berpirsên Rûsî şandeke ji fermandeyên YPG bi serpereştiya fermanderê giştî yê YPG Sîpan Hemo serdana Moskoyê kir û li gel berpirsên Rûsî civiya û rewşa Sûriyê, şerê terorê û piroseya aştiyê gotûbêj kirin.
Herweha berpirsên Rûsî ji aliyê xwe ve tekezî li ser beşdariya tevahiya Kurdan di piroseya siyasî de li Sûriyê kirin.
Di dema derbasbûyî de, bi taybet di operasyona kontirolkirina bajarê Dêra Zorê de, gellek nakokî di navbera hêzên rêjîma Sûrî û hêzên HSDê de derketibûn, û hat ragihandin ku firokeyên Rûsî û yên rêjîmê bingehên HSDê li wî bajarî bombebaran kirin.