Serokerkanên Tirkiye û Amerîkayê kom dibin

Serokerkanê Tirkiyeyê Hulusî Akar ji bo beşdarî civîna serokerkanên welatên endamê NATOyê bibe, serdana Belçîkayê kir. Hat ragihandin, Akar dê bi Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford re bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Tirkiyeyê Hulusî Akar ji bo beşdarî civîna serokerkanên welatên endamê NATOyê bibe, serdana Belçîkayê kir. Hat ragihandin, Akar dê bi Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford re bicive. 

Serokerkanê Tirkiyê Hulusi Akar ji bo civîna Serokerkanên Komîteya Leşkerî ya NATOyê çû payitexta Belçîka Brukselê. Tê peşbînîkirin Akarê ku dê beşdarî civînê bibe di vê çarçoveyê de dê hinek hevdîtinan pêk bîne. Ji hevdîtinan ya herî giring hevdîtina bi hevşanê xwe yê Amerîkayî Joseph Dunford re be.

Di hevdîtina berî operasyonê Akar dê digel hevpostê xwe egera operasyoneke li dijî Efrînê, krîza Sûriyê û çend mijarên navçeyê gotûbêj bike.

Di çend rojên bûrî de Amerîka aşkere kir ku dê di jêr fermandariya HSDê de hêzeke sînorî ya ji 30 hezar şervanî pêk tê ava bike, ev jî bû cihê nerazîbûna Tirkiyê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Amerîkayê aşkere kir ku li ser sînorên welatê me dê artêşekê ava dike. Erkê me jî ew e ku beriya ev artêş çê bibe bê fetisandin."