Efrîn.. Jinên Mabeta li dijî çekdaran derketin xwepêşandanê

Li bajarokê Mabeta yê ser bi Efrînê û bi sedema girtina hejmarek mezin ji welatiyên wî bajarokî derketin xwepêşandanekê. Grûpên çekdar jî bi guleyan destêwerdana wê xwepêşandanê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Mabeta yê ser bi Efrînê û bi sedema girtina hejmarek mezin ji welatiyên wî bajarokî derketin xwepêşandanekê. Grûpên çekdar jî bi guleyan destêwerdana wê xwepêşandanê kirin.  

Ji pêr 9ê Hezîranê ve grûpên çekdar êrîşî ser bajarokê Mabeta kirin û zêdetir ji 70 kesî girtin, ku di nava wan 3 endamên Encûmena Sivîl a wî bajarokî hebûn.

Jêderekî ji Mabeta ji K24ê re ragihand, îro jinên navçeya Mabeta jib o azadkirina wan girtiyan li pêş navenda artêşa Tirkiyê ya li Mabeta derketin xwepêşandanekê.

Da zanîn jî, çekdarên grûpa bi navê Cebhe El-Şamiyê jî hewl dan destêwerdanê wê xwepêşandana jinan bike û gule bi ser serê jinên xwepêşandar re avêtin.

Wî jêderî ku nexwast navê wî bê aşkerekirin, piştî xwepêşandana jinan, hejmarek ji welatiyên Mabeta hatin berdan, lê beşeke mezin hîna girtî maye.

Çekdarên opozîsyona ji roja dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî ve, bi sedan welatiyên Kurd ên Efrînê bi bihaneyên cuda digirin û eşkence dikin û daxwaza pereyan ji wan dikin.

 

S. B