Hêzên Iraqî amadekariyên vekirina riya Hewlêr-Kerkûkê dikin

Biryara vekirina riya Kerkûk-Hewlêr gihiştiye polîsên federalî û biryar e di dema sê rojan de, amadekariyên temam ji bo vê pirsê bên kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarekî hêzên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re ragihand, biryara vekirina riyê gihiştiye hêzên Iraqê, lê wan amadekariyên xwe temam nekirine û çaverê ye di demeke nêzîk de, riya Hewlêr-Kerkûkê were vekirin.

Wî fermandarê Pêşmerge got jî: Hêzên Iraqê sedem bûn ku heya niha ew rê girtî bû û hêzên Pêşmerge ji mêjve amade bûn wê riyê vekin û ji aliyê Pêşmergeyan ve, tu pirsgirêk tine ye.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, îro şandekê hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge, derbarê vekirina riya Hewlêr-Kerkûkê li Pirdê civiyabûn.

Her li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ji aliyê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve, biryara vekirina riya Kerkûk-Hewlêr gihiştiye polîsên federalî û biryar e di dema sê rojan de, amadekariyên temam ji bo vê pirsê bên kirin.

N.O